PeyamaKurd - Piştî ku duh êvarê Alî Zeydî wekî berbijarê fermî yê Serokwezîriyê hat destnîşankirin, Çarçoveya Hevahengiyê îro careke din dicive daku li ser dabeşkirina postên wezaretan di navbera aliyên siyasî de biaxive.
Berbijarê Serokwezîriyê Alî Zeydî bixwe jî beşdarî vê civînê dibe daku çarçoveya kabîneya xwe ya nû diyar bike. Armanca sereke ya vê trafîka dîplomatîk ew e ku di zûtirîn dem de xebatên pêkanîna hikûmetê bi dawî bibin û dawî wê xitimandina siyasî were ku hefteyên dawî li Iraqê rû dabû.
Rêzgirtin ji bo helwesta Malikî û Sûdanî
Di civîna duh de, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê helwesta Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî bi bilindî nirxandin. Hat diyarkirin ku her du serkirdeyan bi vekişîna ji berbijariya Serokwezîriyê, "helwesteke dîrokî" nîşan dane û rê li ber çareseriyê vekirine. Çarçoveya Hevahengiyê ku hevpeymaniya herî mezin a Şîeyan e, hewl dide bi peymaneke nû ya di navbera partiyên pêkhatî de, hikûmeteke "hevdengî" ava bike daku aramî vegere Iraqê.