Îraqê 188 zarokên gumanbarên DAISê radestî Tirkîyê Kirin

Îraqê 188 zarokên gumanbarên DAISê radestî Tirkîyê Kirin

PeyamaKurd - Rayedarên Îraqî ragihand ku wan pirtir ji 188 zarokên Tirk yên endamên gumanbar yên DAIŞê, li balafirgeha Bexda radestî rayedarên Tirkiyê kirin.

Dadwerê Îraqî Abdulsettar el Birqdar ragihand ku zarok çûne Tirkiyê û di merasîma radestkirînê de rayedarên Wezareta Derve ya Îraqê û nûnerên UNICEFê û balyozxaneta Tirkiyê ya Bexdayê jî amade bûn.

Birqdar got, “Dadgeha lêpirsînên navendî, ku bi karê terorîzmê û gumanbarên biyanî radibe, 188 zarokên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li Îraqê hat hêştin, radestî Tirkiyê kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin