Iraqê careke din qerta sor nîsanî Tirkan da

Iraqê careke din qerta sor nîsanî Tirkan da

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî ragihand ku derbarê êrişên Artêşa Tirk ên li ser sînorê Herêma Kurdistanê tu kordînasyonek di navbera Iraq û Tirkiyê de nîn e.

Heyder Îbadî di civîna heftane de axivî û derbarê êrişên artêşa Tirk ên li ser sînorên Herêma Kurdistanê de ragihand ku tu kordînasyonek di navbera wan û Tirkiyê de nîn e.

Herwiha Îbadî got ku ew ti êrişên li dijî Tirkiyê jî qebûl nakin.

Artêşa Tirk bi piştevaniya balafirên şer ji 10ê Adarê û vir ve li ser sînorê Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê êrişan pêk tîne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî niha gotibû ku ew dê êrişî Şingal û kampa Mexmûrê jî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin