Iraqê li ser îdîayên Erebistanê komîsyonekî vekolînê ava kir

Iraqê li ser îdîayên Erebistanê komîsyonekî vekolînê ava kir

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Erebistana Saûdiyê ragihandibû ku balafirên bê mirov ji ser axa Iraqê bi hewa ketine û li Erebistana Saûdiyê xistine.

Li ser daxwuyaniya wezareta Erebistanê ya bergiriyê, nûnerê artêşa Iraqê Numan Sabah daxwuyaniyekî da û got ku li ser mijarê fermandarê giştî yê hêzên çekdar û hem serokwezîr rê Iraqê rêzdar Ali Felah El-Ziyadi, îro roja Duşemê ferman daye. Di fermanê de, serokwezîr daxwuyaniya wezareta Erebistanê daye ber çav û gotiye komîsyonekî ava bikin.

Komîsyon, dê îdîa wezareta bergiriya Erebistanê vekole bê raste ji ser axa Iraqê İHA bi hewa ketine û êrîşê axa Erebistanê kirine an nekirine û wê hêzên ewlehiya Iraqê li ser mijarê raweste.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku hukumeta Iraqê soza xwe ya destûrî, girêdana xwe ya bi cîrantiya baş ya welatên cîran re teyîd dike û dê Iraq ti carê nebe ciyê êrîşên ser welatên dost û cîran.

Hukumet, delîl û agahiyan vedikole û di tevgerên weha de kesên van tevgeran kirine dê di derbarê wan de kiryarên qanûnî bên bicîhanîn û ev jî dê li gorî encamên lêpirsînan bên kirin. Daxwuyanî weha dewam dike:

“Hukumet radigihîne ku di navbera Iraqê û Erebistanê de pêwendiyên bi esasî û biratiyê hene, di navbera wan de rêzgirtin, berjewendiyên hevpar û têkiliyên cîrantiya baş hene. Em îznê nadin ku tevgerekî zerarê bide van têkiliyan bibin, ji bo xwurtkirina ewlehiya Iraqê û desthilata wê, ji bo ewlehiya Ereb û der û dora wê û parastina ewlehiyê, dê xebatên me dewam bikin.”