PeyamaKurd - Îro 3yê gulanê wekî Roja Azadiya Rojnamegeriya ya Cîhanî (World Press Freedom Day) tê pîroz kirin. Lijneya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993yan biryar daye ku 3yê gulanê wekî Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamevaniyê bê pîrozkirin.
May 3 World Press Freedom Day 3 Mayıs Dünya Basın Özgürlüğü Günü #WorldPressFreedomDay2019 #WorldPressFreedomDay pic.twitter.com/vhKYIigIDH
— Ali Nihat Eken (@alinihateken_) 2 Mayıs 2019
Azadiya çapemeniyê yek ji nîşaneyên herî girîng ê demokratîkbûn û zelalbûnê tê qebûlkirin.
Îro rêxistinên çapemeniyê berpirsyariyên rêveberiyan tînin bîra wan û balê dikşînin ser rola rojnamevanan a di warê demokratîkbûn û zelbûnê de.
Herweha îro rojnamevanên ku hatine kuştin jî ji aliyê rêxistinên rojnamevaniyê ve bi çalakiyan têne bibîrxistin.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Endeksa Azadiya Rojnamevaniyê ya 2019an weşand.
RSF salane rewşa 180 welatî wekî raport belav dike.
Li gorî wê yekê di azadiya rojnamevaniyê de Norwêc di rêza yekemîn de cî digire, Fînlandiya duyemîn û Swêd sêyemîn e û Iraq jî di rêza 156an de cî digire. Çîn di rêza 177an de, Koreya Bakur jî di rêza 179an de ye. Di rêza herî dawiyê de jî Tirkmenistan heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin