PeyamaKurd - Îro 4ê Tîrmehê, ‘Roja Serxwebûna Amerîka’ ye. Welatiyên Amerîkayê, her sal di 4'ê Tîrmehê de salvegera 242’yê ya Ragihandina Serxwebûna Amerîka ku ji bin desthilata Brîtanî derket pîroz dikin
Hemwelatîyên Amerîkî di vê rojê de meş, seyran, konsert û bi nîşandanên curbicur vê rojê pîroz dikin û bi alên Amerîkî xanîyên xwe û kolanan welêt dixemilînin. Lê îsal ji ber şewba vîrusa Korona ev pîrozbahî sînordarkirî ne.
Di pîrozbahîya îro de herwiha fîşekên esmanî têne avêtin û stranvanên navdar jî konsertan pêşkêş dikin.
Di 4’ê Tîrmeha sala 1776’ê de, nûneran 13 stranên Amerîkî bi fermî Danezana Serxwebûnê (Decleration of Independence) belav kirin û peywendîyên xwe bi Brîtanyayê re qut kirin.
Şerê serxwebûnê berî wê bi salekê dest pê kiribû û heta sala 1783'an berdewam kiribû. Bi Peymana Parîsê, serwerîya Amerîka bi fermi hatibû nas kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin