PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di 250 saliya îmzekirina ragihandina serxwebûna welatê xwe de li Washingtonê gotarek pêşkêş kir û ragihand ku Amerîka niha ji her demê bihêztir e û derbasî "serdemeke zêrîn" bûye.
Trump pesnê girseya mezin a gel da ku tevî xirabiya rewşa hewayê û rûdana birûskan ku bûn sedema derengketina merasîmê li qadê mane.
Trump got ku destpêkê nêzîkî 375 hezar kesan amade bûn û piştî baranê jî hîn 150 hezar kes mane daku guhdariya peyaman bikin.
Trump di gotara xwe de qala hêza leşkerî ya mezin a welatê xwe kir ûbal kişand ser têkbirina tam a hêza deryayî ya Îranê û got ku wan 159 keştiyên Îranê şandine binê deryayê.
Trump di berdewamiya gotara xwe de destnîşan kir ku Amerîka "mala azadiyê" ye û tu carî nabe welatekî komunîst, çimkî komunîzm pergaleke têk çûye ye.
Di çarçoveya karên navxweyî de, Trump behsa "Yasaya Parastina Amerîkayê" kir û diyar kir ku ji bo rêlibergirtina xapandinê di hilbijartinan de, divê nasnameya dengdanê û belgeya welatîbûnê were nîşandan û dengdana bi rêya posteyê jî bê sînordarkirin daku mafê gel were parastin.
Serokê Amerîkayê pesnê asmannasên NASAyê û tîma "Artemis 2" da û ragihand ku Amerîka careke din vegeriyaye ser Heyvê û gava wan a paşerojê wê çûyîna ser gerestêrka Marsê be.