Trump: Ez ê Tengava Hurmizê wek axa Amerîkayê ragihînim

Trump: Ez ê Tengava Hurmizê wek axa Amerîkayê ragihînim

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di 15ê Tebaxa 2026an de di çalakiya li Akademiya Polîsan a Nassauyê ya li New Yorkê de daxuyaniyên krîtîk dan û eşkere kir ku piştî têkbirina tam a Îranê, ew ê di demek nêzîk de Tengava Hurmizê wekî axa Amerîkayê ragihîne.

Trump da zanîn ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Tengava Hurmizê dorpêçeke tam meşandine û tu keştiyeke ku Amerîka nexwaze nikare di wir re derbas bibe.

Her wiha got ku ew ê tu carî rê nedin Îran bibe xwediyê çekên atomî.