Macron bersiveke tund da Trump: Operasyona leşkerî li Hurmizê ne realîst e

Macron bersiveke tund da Trump: Operasyona leşkerî li Hurmizê ne realîst e

PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron, daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê kontrolkirina Tengava Hurmizê ya bi rêya leşkerî rexne kirin.

Macron diyar kir ku pêşniyara Trump a ji bo destwerdana leşkerî "ne realîst e" û got ku Fransa naxwaze bibe parçeyek ji vebijarkeke wiha.

Macron dema ku li Koreya Başûr bû, rexne li şêwaza daxuyaniyên Trump girt û got:

Dema tu dixwazî cidî bî, tu her roj tiştekî cuda nabêjî. Ev ne pêşandan e, em li ser jiyana mirovan diaxivin."

Di heman demê de, bi serokatiya Brîtanyayê û bi beşdariya 40 welatan (Tirkiye jî di nav de) civîneke vîdeokonferansê hat lidarxistin. Tevî ku Amerîka beşdar nebû, welatên beşdar li ser ewlehiya keştiyên bazirganî û kêmkirina lêçûnên sîgorteyê nîqaş kirin, lê hîna hevpeymaniyeke fermî nehatiye avakirin.