Serokwezîr Barzanî 250. Salvegera Amerîkayê pîroz kir

Serokwezîr Barzanî 250. Salvegera Amerîkayê pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 250emîn salvegera ragihandina serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi peyamekê pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê Xê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: "Em pîrozbahiyê li gelê Amerîkayê dikin bi boneya vê roja dîrokî û derbasbûna 250 salan di ser îmzekirina Daxuyaniya Serxwebûna wan re."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn: "Em hevbeşiya stratejîk û dostaniya xwe ya ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bilind dinirxînin."

Mesrûr Barzanî bal kişand ser hevkariyên leşkerî û ewlehiyê û got: "Em bi şanazî li dîroka hevkarî û karên xwe yên hevbeş di warê têkbirina terorê de dinêrin. Em bi hêvî ne ku peywendiyên me ji bo nifşên paşerojê hîn bêtir bihêz bibin."