ISÎDê bi ser navçeya Hîtê de girt!

ISÎDê bi ser navçeya Hîtê de girt!

PeyamaKurd- IŞÎDê bi ser navçeya Hîtê de girt. Berî niha rejîm û muxalifan li ser navçeya Hîtê li hev kiribûn. Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihand ku IŞÎDê navçeya Hîtê û gundekî wê vegirtiye.

Li derdora navçeya Hîtê di pevçûnên di navbera muxalif û çekdarên IŞÎDê de 16 endamên muxalifan û 12 endamên IŞÎDê hatin kuştin.

Li gorî agahiyan balafirên şêrr yên Rejîma Sûriyê jî herêma Hîtê bombebaran kirine. Ji xeynî vê jî hat ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyê û yên Rûsyayê bi hev re ketine nava bajarê Derayê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin