PeyamaKurd – Serokê heyeta muzakereyan yê Îranê Muhammed Bakir Kalibaf, berdevkê wezareta karên derve yê Îranê İsmail Bekayi bi fermî kir berdevkê heyeta muzakereyên bi DYA re.
Îmza wezîfedarkirina berdevkê heyeta muakereyan ji aliyê Kalibaf de hat kirin. Sedema tayîna wî jî nîşan dan ku Bekayî di hûqûqa navdewletî de pispore û tecruba wî di dîplomasiya dinyayê de heye.
Di biryarê de hat gotin ku wê Bekayi hem wezîfa xwe ya berdevkiya wezareta karên erve ya Îranê jî bimeşîne.