Îspanya û Brîtanya amadekariyên vegera jiyana asayî dikin

Îspanya û Brîtanya amadekariyên vegera jiyana asayî dikin

PeyamaKurd – Welatê Îspanya ku heta niha bêhtirî 194 hezar kes bi vîrusa korona ketine û nêzî 21 hezar kes jî pê mirine, amadekariya sistkirina rêkarên bo vîrusa koronayê dike.

Herwiha Brîtanya ku heta niha nêzî 150 hezar bi vîrusa korona ketine û bêhtirî 15 hezar jî pê can dane plana hêdî hêdî derbasbûna jiyana asayî dike.

Li gorî stratejiya hikumeta Îspanyayê ya derketina ji krîza koronayê tevî dirêjkirina rêkaran bo15 rojên din jî hêsankarî ji bo çûnûhatinê û hinek karûbarên bazirganî tê kirin.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ragihand ku wan stratejiya derketina ji vê krîzê amade kiriye û îro Yekşemê pêşniyaran dide serokê herêman û Parlamentoya Spanyayê.

Li gorî ragihandina Sanchez wê qedexeya çûnûhatinê heta 9ê Gulanê berdewam be, lê dawiya vê mehê destûr tê dayîn zarok derkevin derve û hinek hêsankariyên din ji bo çûn û hatina xelkê û karê bazirganî bê kirin.

Li Brîtanyayê jî li gorî ragihandina rojnameya The Sunday Timesê amadekarî ji bo asayîkirina jiyanê û vekirina dibistanan tê kirin ku planeke 3 qonaxan hatiye amadekirin.

Di qonaxa yekem de dikan vedibin, rêkarên ser çûnûhata nav bajêr tê rakirin, di qonaxa duyem de hemû xebatkar û karker vedigerin ser karên xwe û di qonaxa sêyem de jî ji bo kesên temenmezin û di xeteriyê de vegerin nav jiyanê hêsankarî wê bêne kirin ku ev jî heta Payizê tê fikirîn, lê niha wekî nepêkan tê nirxandin.

Ji bo eşkerekirina planê jî hikûmeta Brîtanî li benda bi temamî başbûna Serokwezîr Boris Johnson e ku hefteya borî ji ber nexweşiya koronayê ji nexweşxanê derketibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin