Îsraîlê hişyarî da Iraqê: Mafê me heye em bersivê bidin
PeyamaKurd – Piştî ku Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan bi dronan êrîşî başûrê Îsraîlê kiriye, Îsraîlê hişyarî da Iraqê.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bang li Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî û Hikûmeta Iraqê kir ku ji bo rawestandin û rêgirtina êrîşên komên nêzîkî Îranê yên li Iraqê demildest bikevin nava liv û tevgerê.
Gideon Saar, doh Duşemê nameyek ji Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û got ku Berxwedana Îslamî ji Mijdara sala borî ve bi sedan dronên cûreyên Şahid, Ziyad û Arpadê û bi dehan moşekan avêtine ser erda wan.
Saar got ku piraniya wan hatine astengkirin lê hinekan ji wan bandor kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê di nameya xwe de daxwaz kir, hikûmeta Iraqê li gorî yasayên navneteweyî tevbigere û rê li ber bikaranîna axa xwe ya ji bo êrîşên li dijî neteweyên din bigire.
Herwiha Saar got, “Di vê çarçoveyê de ez careke din bi bîr tînim ku mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze û ji bo parastina xwe û welatiyên xwe neçar e hemû tedbîran bigire.”
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.