PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşa 7ê Cotmehê ya Tevgera Hamasê bi ser Îsraîlê de, 3 kesên hemwelatiyên Tirkiyê jî hatine kuştin.
Konsulxaneya Îsraîlê ya li paytexta Tirkiye Enqerê eşkere kir, di êrîşên Hemasê de 3 welatiyên Tirkiyê mirine û agahiyên 196 biyaniyên di êrîşên Hemasê de hatine kuştin hatin belavkirin.
Di daxuyaniya ser medya civakî de wiha hate gotin: “Teror, di navbera ol, ziman û nijadan de cudahiyê nake. Di encama êrîşên terorê yên Hamasê de, ji 40 welatên biyanî 196 kesan can daye û 96 welatan jî agahî ji welatiyên xwe negirtine. Têkbirina terorê, dê bi têkoşîna hevpar a hemû cîhanê pêk were.”
Konsulxaneyê lîsteyeke kuştiyên êrîşên Hamasê jî parve kir û ragihand, herî zêde welatiyên Amarîka, Fransa, Rûsya û Ukraynayê hatine kuştin.
Hêjayî gotinê ye, ji 7ê Cotmehê ve herî kêm hezar 400 Îsraîlî hatine kuştin.
Li gorî ragihandina Filîstînê di êrîşên Îsraîlê de jî 2 hezar û 778 kes hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar kes birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin