PeyamaKurd – Wezîrê Gihandin û Îstixbarata Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku êrîşên wan ên hedefgirtina mewziyên Îranê li Sûriyê peyameke zelal e ji bo Qasim Suleymaniyê Fermandarê Hêza Qûds a Operasyonên Derve ya Îranê.
Du roj berê Îsraîlê li Şamê êrîşî armancên Feylaq el Qûds kiribû ku ew hêz girêdayî Pasdarên Îranê ye.
Wezîrê Gihandin û Îstixbarata Îsraîlê Yisrael Katz li ser wê êrîşê got ku êrîşa ser Sûriyê peyameke vekirî ye ji bo Qasim Suleymanî û destnîşan kir, “Yên ku êrîşî me bikin, dê bedelê wê giran bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin