Îsraîl: Îran di ser de alîkariya îstixbaratê dide Hamasê!

Îsraîl: Îran di ser de alîkariya îstixbaratê dide Hamasê!

PeyamaKurd – Îsraîlê di şerê li Xeta Xezeyê de, Îran bi dayîna îstixbaratê bo Tevgera Hamasê tawanbar kir.

Berdevkê Artêşa Îsarîlê Daniel Hagari di civîneke rojnamevanî de got: "Îran, beriya şer bi awayekî rasterast piştevaniya perwerdeya leşkerî, çek, pere û teknolojiyê dikir. Îran hê jî alîkariya îstixbaratê dide Hamasê.”

Hagar herwiha diyar kir ku Îran li seranserê cîhanê li dijî Îsraîlê propagandayeke reşkirinê dide kirin û da zanîn, “Li Yemen û lubnanê wekîlên wê kar dikin û hemû jî ji yek deverê fermanê distînin. Ew jî Îran e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin