Îsraîl li ser girtina Balyozxaneya Stenbolê difikire

Îsraîl li ser girtina Balyozxaneya Stenbolê difikire

PeyamaKurd - Dezgeheke sereke ya nûçeyan a Îsraîlê Ynet, îdia dike ku hikûmeta Tel Avîvê ji ber krîza dîplomatîk a kûrtir bi Tirkiyeyê re, li ser girtina Balyozxaneya Giştî ya Stenbolê difikire.

Her çend Tel Avîv hîn biryareke fermî nedaye jî, tê gotin ku di Wezareta Derve ya Îsraîlê de li ser pêşeroja balyozxaneyê nakokî hene.

Hin rayedar dibêjin ku girtina Balyozxaneya Giştî ya Stenbolê wê xeletiyek cidî be û vekirina wê di pêşerojê de wê pir dijwar be; lêbelê, yên din dibêjin ku mîsyona dîplomatîk a demek dirêj vala lêçûnek nehewce ji bo çavkaniyên giştî pêk tîne.

Piştî êrîşên Xezzeyê yên 7ê Cotmeha 2023an, dîplomatên Îsraîlî yên ku hem li Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqerê û hem jî li Balyozxaneya Giştî ya li Stenbolê xizmet dikirin, welat terikandin.