PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihandiye ku şandên danûstankar ên Îsraîl û Misrê bi mebesta vekişîna hêzên Îsraîlê ji herêmên sînorî, li ser danîna sîstema çavdêriya elektronî hevdîtinan dikin.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Misrî di navbera şandên Îsraîl û Misrê de, ji bo danînsa sîstema elektronî ya çavdêriyê li ser sînorên Xeze û Misrê danûstandin têne kirin.
Heman çavkaniyan diyar kiriye ku wê ew sîstem li korîdora Philadelpia herêmên aliyê Misrê bê avakirin û mebest jî bi wê sîstema elektronî ya sensoran tespîtkirina qaçaxçîtiya çekan û tunelên Hemasê ye.
Reutersê daye zanîn ku çavkaniyên Misrî gotine, ger Amerîka piştevanî û alîkariyê ji bo danîna wê sîstemê bide, ew li dijî wî fikrî dernakevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin