PeyamaKurd - Çavkaniyeke leşkerî ya Îsraîlî ji bo Kanala 2 ya welatê xwe ragihand ku ji bo xwedûrxistina ji alozî û rûbirûbûnan, Îsraîlê kanaleke peywendiyê ya nihênî li gel Tirkiyeyê vekiriye.
Ev gav piştî wê yekê hat ku balafirên Îsraîlê roja Sêşema borî (18ê Tebaxê) êrîşî firokxaneya leşkerî ya Ebû Zuhûrê ya li Sûriyeyê kiribûn.
Çavkaniyê tekez kir ku Îsraîl naxwaze Tirkiyeyê bike dijmina xwe, lê hişyarî da ku gava peyam bê fêde bin, ew neçar dibin pêngavên leşkerî biavêjin.