Îsraîlê depoyên çekên Hizbullahê rûxandin

Îsraîlê depoyên çekên Hizbullahê rûxandin

PeyamaKurd - Îsraîlê depoyên çekên Hizbullahê rûxandin

Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Lîwaya Golanî di operasyoneke leşkerî de li "herêma ewlehiyê" ya li başûrê Lubnanê, depoyên çekan û cebilxaneyê yên Hizbullahê wêran kirine.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku di rojên dawîn de hêzên Îsraîlê depoyên ku tê de roketavêj, teqemenî, bombeyên destan û gelek çek û cebilxaneyên din hebûn, wêran kirine.