PeyamaKurd – Piştî êrîşa îro danê sibehê li bajarên Hûms û derdorê wê, Îsraîlê careke din êrîş bir ser bingehên leşkerî yên komên çekdarên girêdayî Îranê.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, di êrîşa duyem a Îsraîlê ku di nav 24 saetên dawî de hat kirin, depoya cebilxane û moşekên girêdayî Hizbullaha Lubnanê li baregeha Hesen Bin El-Heysem a li ser rêya Hums-Tedmurê kiriye armanc.
SOHRê da xuyakirin ku di encama êrîşê de teqînên dijwar li depoyê çêbûne, bi wê re jî parçeyên ji teqînê heta bi hundirê bajarê Humsê çûne ku pergala parastina asîmanî ya rejîma Sûriyê jî hewl daye bersiva êrîşa bi moşekan bide.
Li gorî çavkaniyên SOHRê re baregaha Hesen Bin Heysem a perwerdekirina zanîngehê ye, lê belê Hizbullahê beriya çend salan ew dever ji xwe kiriye navenda leşkerî.
Herwiha ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê jî bi zarê berpirsê Humsê ragihandiye ku êrîşa li dijî xaleke leşkerî ya li rojhilatê Humsê hê nehatiye zanîn.
Li aliyê din balafirên Îsraîlê şeva berê jî bingehên hêzên rejîmê û Îranê li herêma Til Ehmer û bejahiya Meiriye ya rojavayê Dera, herêma Til Ehmer a rojava ya li Quneyterayê ya bi ser parêzgeha Derayê ve kiribû armanc.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin