PeyamaKurd - Li gorî nûçeya kanala Israel24, Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê biryar daye ku hemû peymanên kirîna çekan ên bi Fransayê re rawestîne.
Ev biryar wekî bersiveke li dijî helwesta "dijminane" ya Parîsê ya du salên dawî tê nirxandin. Piştî ku Fransayê rê neda Îsraîl beşdarî pêşangehên leşkerî yên wekî ‘Eurostory’ û ‘Euronaval’ bibe ev biryar hate dayîn.
Her çiqas heta niha daxuyaniyeke fermî ji her du hikûmetan nehatiye dayîn jî, tê gotin ku ev ferman rasterast ji aliyê Wezîrê Berevaniyê Israel Katz ve hatiye dayîn.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di Cotmeha 2024an de daxwaza rawestandina şandina çekan ji bo Îsraîlê kiribû. Fransa salane bi qasî 20 mîlyon Euro alavên leşkerî difiroşe Îsraîlê, lê ji ber fikarên li ser mafên mirovan, ji bilî Fransayê welatên wekî Brîtanya û Holandayê jî hinardekirina çekan ji bo Tel Evîvê sînordar kirine.