PeyamaKurd - Artêşa Israîlê parve kiriye ku wan termê serbazeke Israîlî ku ji aliyê Hemasê ve hatibû revandin li Xezzeyê dîtiye.
Li gor zanyarên artêşa Israîlê ji tora civakî ya “X”ê, Bizava Hemasê berî sê rojan ji Israîlê re ragehandiye, termê serbazeke Israîlê ku li 7ê meha borî ji aliyê Hemasê ve hatibû revandin li Xezzeyê hatiye dîtin.
Artêşa Israîlê ew yek jî ragehand ku pêştir Hemasê vîdyoyek parve kiribû ku ew jina serbaz bi navê Nua Mertsiyano di li jiyanê mabû lê ji ber êrîşên Israîlê berî çend rojan hatiye kuştin.
Di vî warî de Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee ragehand, artêşa Israîlê termê serbazeke Israîlî li derdora nexweşxaneya Şîfayê li Xezzeyê ji bin destê Hemasê rizgar kiriye ku pêştir hatibû revandin û paşî veguhastiye Israîlê.
Berdevkê Artêşa Israîlê amaje da wê yekê jî kir ku wan kesûkarên Nua Mertsiyano a 19 salî bi rengekî fermî li ser kuştina wê haydar kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin