Îsraîlê li avahiya civîna hilbijartina lîderê nûh yê Îranê xist

Îsraîlê li avahiya civîna hilbijartina lîderê nûh yê Îranê xist

PeyamaKurd – Îsraîlê car din bi balafiran li Tehranê xsitin lê vê carê hedefa balafiran xaniyê an ku avahiya ciyê civîna ku delegeyên serokê dînî yê Îranê yê nûh bibijêrin, bû. Lê ne tenê avahiya navborî, li gelek ciyên Tehranê dûmana bombebaranê bilind bû.

Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku avahiyê berya bombebaranê vala kirine û di encamê de kes nemiriye.

Lê Îsraîl û DYA ne di wê baweriyê de ne ku kes nehatiye kuştin. Jimara delegeyên ku serokê dînî yê Îranê bibjêrin di ser 80 kesan de ye.