PeyamaKurd – Piştî ku herdu partiyên Îsraîlê Partiya Şîn û Spî ya bi seroktiya Wezîrê Berevaniyê Benny Gantz û Partiya Lîkud a Serokwezîr Benyamîn Netanyahu li hev nekirin, car din hilbijartina pêşwext ket rojevê.
Li gorî ragihandina Kanala 12 a Îsraîlê, heta niha tu pêşketin di navbera partiyên Lîkud û Şîn û Spî de çênebûye û serneketina lihevkirina di navbera Partiya Şîn û Spî û Lîkudê de li ser doza serfkirina budçeyê ye ku dê Îsraîlê cara 4emîn ber hilbijartinê ve bibe.
Kanalê diyar kir ku heger budçe di dawiya Tebaxê de tune be, dê Knesset bi bin bikeve û hilbijartin pêk were.
Herwiha doh çavkaniyên Îsraîlê yên nêzî Benny Gantz ji dezgehên çapemeniyê re dane zanîn ku Benyamîn Netanyahu rewşa welat ber bi hilbijartineke nû ya meha Adara bê ve dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin