PeyamaKurd - Medya Lubnanê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî otomobîlekê li başûrê Lubnanê de gelek kes birîndar bûn.
Ajansa fermî ya Lubnanê ragihand ku balafireke bêmirov a îsraîlê bi moşekekê otomobîlek li ser rêya bajarokê Şeqra yê bajarê Bint Cibêl bombebaran kiriye û di encamê de gelek kes birîndar bûne û agir bi erebeyê ketiye.
Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê di demên dawî de gelek caran otomobîlên serkirdeyên Hizbullahê li Lubnanê kirine armanc û hejmarek ji wan jî hatine kuştin. Heta niha nehatiye zanîn bê di otomobîla dawî li Lubnanê hatiye bombekirin de çi kes hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin