Îsraîlê li sînorê Sûriyê li baregeha Hizbullahê xist: 6 kustî, gelek birîndar

Îsraîlê li sînorê Sûriyê li baregeha Hizbullahê xist: 6 kustî, gelek birîndar

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê îro duşemê li baregeheke milîsên Hizbulaha Lubnanê xis û di encama bombebaranê de 6 endamên Hizbullahê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daye xuyakirin, Îsraîlê baregeheke hizbulaha Lubnanê li bakûrê bajarokê Qesîr ku dikeve başûrê rojavayê sînorê Sûriye-Lubnanê bombebaran kiriye.

Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji ber wê bombebaranê 6 çekdarên Hizbulahê hatine kuştin ku ne ji Sûrîyê ne û hejmarek jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin