Îsraîlê li Sûriyê 250 cih kir hedef!

Îsraîlê li Sûriyê 250 cih kir hedef!

PeyamaKurd – Di demekê de ku hikûmeta Sûriyê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di qonaxa veguhêz de bû, Îsraîl êrîşên xwe li ser xaka Sûriyê zêdetir kir.

Li gorî medyaya Îsraîlê, êrîşî zêdetirî 250 hedefên leşkerî li ser axa Sûriyê hatin kirin. Balafirên Îsraîlê jî Balafirgeha Leşkerî ya Qamişlo ya li Rojava bombebaran kir.

Îsraîl a ku li avahiya Şamê ya ku îdia dikir tesîseke hilberîna çekên kîmyewî ye xist, tesîsa parastina hewayî ya li Lazkiyeyê jî kir hedef.

Artêşa Îsraîlê bi hinceta “çekên krîtîk nakevin destê serhildêran” valahiya li Sûriyeyê weke firsendekê dibîne.

Li aliyê din Îsraîl herêma xwe ya li Girên Golanê berfireh kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku bilindahiyên Golanê wê heta hetayê bibe parçeyeke bingehîn a Îsraîlê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin