PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi droneke bombekirî êrîşî otomobîlekê li bajar Bassê yê Sûriyê kir.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrîşa dronê ya Îsraîlê ku li bajarê Bassê yê parêzgeha Quneytîra pêk hat de 4 kes hatin kuştin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî ragihand ku Îsraîlê li herêma Cebel El Rûs a li ser sînorê Lubnanê şaneyeke çekdarî bi dronekê bombebaran kir.
Adraee diyar kir, piştî moşek ber bi Colanê ve hatin avêtin, artêşa Îsraîlê di çend saetên dawî de li Sûriyeyê hinek dever bombebaran kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin