PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant, derbarê şerê li bajarokê Xan Yûnis ê dikeve başûrê Xezzeyê got ku êdî ji hêla leşkerî ve Hemam li wir nema ye û leşkerên îsraîlî ji wir vekişîyane.
Yoav Gallant, herwiha wekî sedema vekişîna ji Xan Yûnisê ku nêzî 4 meh in operasyon dewam dikirin jî diyar kir ku ji bo amadekariyên operasyona ser Refahê ew vekişîn pêk hatiye.
Li aliyê din berdiviya Artêşa Îsraîlê jî ragihandiye ku Tumena 98. a li Xan Yûnisê erka xwe temam kiriye û ji şeva borî ve jî bi temamî ji wir vekişiyaye. Herwiha hatiye gotin ku wê tenê Lîwaya Nahal li Şerîda Xezzeyê erka xwe dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin