PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, ferman da ji bo şandina peyka keşfê amadekariyên pekandina roketê temam bikin, hikûmeta Japonyayê artêş xiste amadebaşiyê.
Wezîrê Berevaniya Japonya Hamada Yasukazu, ji ber îhtimala ku roketa peyka keşfê dişîne fezayê, li nav axa wan bikeve, ferman da Hêzên Berevaniya Taybet ên Japonî ku amade bikin.
Li gorî vê fermanê, wê sîstemên berevaniyê yên Japonyayê yên Patriot Advanced Capability-3 (PAC-3) û keştiyên Standard Missile-3 ji bo rûbirûbûnê werin amadekirin.
Herwiha çavkaniyên hikûmeta Japonyayê ragihandine ku heger rewşeke ziyanê bigihîne pêk were, ew dê bersiva Koreya Bakur bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin