Putin piştî 24 salan çima diçe Koreya Bakur?

Putin piştî 24 salan çima diçe Koreya Bakur?

PeyamaKurd - Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin piştî 24 salan wê îro serdana Koreya Bakur bike. Kremlîn piştî hin spekulasyonan serdana Putin a du-rojî piştrast kir.

Putin cara dawîn di sala 2000î, dema ku Koreya Bakur ji aliyê Kim Jong Ilê bavê rêberê niha Kim Jong Un ve dihate birêvebirin serdana Koreya Bakur kiribû.

Putin herî dawî di meha Îlonê de li Vladivostok a Rûsyayê bi Kim Jong Un re hevdîtin kiribû û vexwendina rêberê Koreya Bakur erê kiribû.

Hevdîtinên berê yên di navbera her du rêberan de ji bo xêzkirina çarçoveya têkiliyên Rûsya û Koreya Bakur bûn.

Serdana Putin a Koreya Bakur ji bo nîşankirina asta pêşketina pêwendiyên her du welatan wê gring be.

Ji ber ku dibe ku di hevdîtina her du rêberan de li ser asta hevkariya leşkerî ya Rûsya û Koreya Bakur lihevkirinek nû pêk bê, civîna Pûtîn û Kim bala cîhanê jî dikêşe.

Tê payîn ku her du welat têkiliyên xwe yên di warê çand, çandinî, aborî û tûrîzmê de xurt bikin.

Xaleke din a ku meriv li ber çavan bigire jî ew e ku Putin, wê li ser çekên pêşkeftî û bernameyên nukleerî yên Koreya Bakur çi bibêje?

Dr Kim Dong-yupê ji Zanîngeha Lêkolînên Koreya Bakur a Koreya Başûr, dibêje ku lûtke wê ji forûmek ji bo nîqaşên kûr derkeve ku wê encamên rastîn derxe holê.

Ji ber ku pêwîstiya Rûsyayê bi vegerandina têkiliyên bi Koreya Başûr re heye, ne pêkan e ku bi Koreya Bakur re di çarçoveya hevkariya provokatîf de têkiliyên xwe bidomîne.

Rûsya hewceyê çekan e, Koreya Bakur hewceyê teknolojî ye

Ji aliyê Rûsyayê ve dagirkirina Ûkraynayê nêzîkî 2,5 sal in didome. Koreya Bakur û Rûsya di vê serdemê de ji bo alavên leşkerî zêdetir girêdayî hev bûn.

Prf. Dr. Nam Sung-wookê ji Beşa Yekbûn û Dîplomasiyê ya Zanîngeha Koreyê dibêje ku di civîna Putin û Kim de rojeva gring wê miara ‘çekên ku Koreya Bakur ji Rûsyayê re dişîne’ bin.

Dr Nam Sung-wook bawer dike ku danûstandin dikarin ji peymanên kurt ên ku çekên konvansiyonel tê de ne derbas bibin. Dibe ku Rûsya û Koreya Bakur li ser hevkariya leşkerî ya nêzîktir li hev bikin û peymaneke ku dikare pêşxistina pergalên çekan ên hevbeş pêk bîne îmze bikin.

Tê çaverêkirin ku Koreya Bakur di berdêla şandina çekan a ji Rûsyayê re, ji xwarin û sotemeniyê zêdetir tiştan daxwaz bike.

Li gorî Dr Nam, piştî hewla wê ya têkçûyî ya şandina peyka dozînê ya leşkerî ya fezayê ya meha Gulanê, Koreya Bakur dibe ku ji Rûsyayê di teknolojiya hewavaniyê de piştgirîya teknîkî bixwaze.

Wekî navendek teknolojiya fezayê, alîkariya Rûsyayê ji bo Koreya Bakur gring e ku bi serfirazî bêtir peykan bişîne fezayê.

Tê çaverêkirin ku Koreya Bakur jî ji bo baştirkirina çareseriya peykên dozînê û pêşxistina keştiyên binavî, ji Rûsyayê piştgiriyê bixwaze.

Putin, di derbarê bikaranîna çekên welatên rojavayî yên li Ûkraynayê û gefxwarina axa Rûsyayê de hestiyar e. Wî berê nişan dabû ku heke hewce bike Rûsya dikare çekên xwe yên nukleerî di vê rewşê de bikar bîne.

Lê belê, Dr Nam dibêje: “Ger Rûsya û Koreya Bakur li Nîvgirava Koreyê û Bakurê Rojhilatê Asyayê hevkariya teknolojiya nukleerî an parvekirina çekên nukleerî bişopîne, welatên cîran û welatên wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê bi tundî bertek nîşan bidin. Ji ber vê yekê, ne pêkan e ku di lûtkeya Putin û Kim de ev mijar bêne rojevê.”