Li Madagaskarê rêvebiriya demkî ava kirin

Li Madagaskarê rêvebiriya demkî ava kirin

PeyamaKurd – Li Madagaskarê piştî artêşê dest danî ser desthilatê, kabîna nû ku piraniya wan ji sîvîlan pêktê ava kir. Wezaretên nûh yên girîng yên kabînê dan serokê meclisa netewî yê berê û wekî lîderên muxalif yê ku li sirgûnê bû.

Ragihandina kabîna nû di rêya televizyona dewletê ya bi navê TMV de ji aliyê albay ku serokkomarê demkiye albay Michael Randrianirina de hat kirin.

Kabîne ji 28 endaman pêktê û tê de tenê 4 kesên ku ji leşkeriyê tên hene. Di kabîneyê de seroka berê yê meclisê Christine Razanamahasoa bû wezîra karên derve, lîderê muxalif yê hûqûqnas Fanirisoa Ernaivo bû wezîrê dadê û profesorê aboriyê Hery Ramiarison bû wezîrê darayî.

Li Madagaskarê ji serê Êlûnê de xelk birîna elektrîkê û avê protesko dikin, çalakiyan dikin û li hemberê hukumetê bi girseyî çalakiyan dikin. Çalakî li seranserê welat belav bûn û li hinek ciyan di navbera çalakvan û hêzên asayîşê de şer derket.

Dema çalakî dewam dikirin, serokê berê Rajoelina bi balafirekî Fransayê terka welat kir û di peyde albay Albay Michael Randrianirina bi leşkeran ve dest danî ser desthilatê.

Albay Randrianirina, di 17ê Cotmehê de di dadgeha destûrê de sondê xwar û wekî derokkomarê demkî dest bi kar kir.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.