Serok Barzanî sersaxî li malbata Baba Newzad kir

PeyamaKurd – Duh, (25.03.2025) Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji ber koça dawî ya têkoşerê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Ebdulrehîm Esmat Wanlî, ku bi nasnavê Baba Newzad tê naskirin, weşand.
Serok Barzanî di peyamê de dilsoziya xwe û xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Baba Newzad eşkere kir.
Serok Barzanî di pe xwe de got:
“Bi dilgiraniyeke mezin min nûçeya wefata têkoşerê Kurd Ebdulrehîm Esmat Wanlî, yanê Baba Newzad, wergirt. Ev kesayetê welatparêz ê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji bo parastin û bipêşxistina doza rewa ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û di nav rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) de terxand.”
Serok Barzanî her weha dirêjahî da peyama xwe:
“Ez sersaxiyê ji malbat, xizm û hevalên nemir Ebdulrehîm Esmat Wanlî re û hemû hevrêyên wî yên di PDK-Syê de dixwazim. Ji Xwedayê mezin û dilovan hêvî dikim ku giyanê wî bi bihuştê şad bike û ji bo hemûyan sebir û aramiyê bide.”
Ev nivîs 135 car hatiye xwendin.





