Serok Barzanî sersaxî ji malbata Talib Moryasî re xwest

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Talib Moryasî re xwest

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji malbata Talib Ebdula Seîd (Talib Moryasî) re xwest û li ser navê xwe hevxemî û xema xwe gihand malbat, kesûkar û binemala wî.

Serok Barzanî bi rêzgirtin û rûmeteke mezin behsa xebat, ked û helwesta Talib Moryasî ya di rêya xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê de kir.

Ji aliyê xwe ve malbata xudêjêrazî Talib Moryasî spasiya kûr a xwe gihandin Serok Barzanî û ev peywendiya telefonî û guhdana cenabê wî wekî sebir, hedar û teselliyeke mezin ji bo malbata xwe nirxandin.