Îlham Ehmed bi Tuncer Bakirhan re civiya

PeyamaKurd – Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Îlham Ehmed û Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan civiyan.
Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê Xê behsa hevdîtinê kir.
Ehmed wiha got: "Em gelek kêfxweş bûn ku bi Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêk anîn. Me li ser mijarên girîng ên li ser doza Kurd û têkiliyên bi gelên Rojhilata Navîn re axivîn. Me li hev kir ku aştiya bi rûmet bingeha bingehîn a van têkiliyan e."
Bakırhan ev demeke li Ewropayê têkiliyan datîne.





