Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi koçberên Serêkaniyê re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi koçberên Serêkaniyê re civiyan

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi şanya ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê re hevdîtin kir.

Di hevdîtinên de, pêşdeçûnên dawî yên girêdayî dosyaya koçberan û rêbazên vegerê li gorî peymana 29ê Çileyê hatin nîqaş kirin.

Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya bajêr û gundewarê wê, rewşa koçberan, mekanîzmeyên rêxistinkirina vegerê bi awayekî kordînakirî piştî guhdarîkirina li komîteyê û daxwazên wan hatin gotûbêjkirin.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku li gorî wan dosyaya koçberên Serêkaniyê di hemû civînên wan ên bi aliyên eleqedar re tên nîqaşkirin û bi awayekî berdewam xebat ji bo misogerkirina vegera xelkê Serêkaniyê bo bajar û gundewarê wan bi awayekî ewle û rûmet bêyî tu xeteriyan tê kirin.

Beşdarên civînê got ku pêwîstî bi zêdekirina hevahengî û xebata hevbeş ji bo lezdana gavên vegerê heye.