PeyamaKurd - Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed li Şamê bi serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de wezîrê karên derve yê hikumeta demkî Esed Şeybanî û nûnerê serokê hikumetê Ziyad El Ayîş jî amade bûn.
Hevdîtin bi mijara nîqaşkirina temamkirina pêvajoya entegrasyona di saziyên dewletê de pêk hat.
Medyaya ser bi hikumeta demkî ve ragihand ku di hevdîtinê de rêbazên pêşxistina hemahengiyê, şopandina gavên girêdayî entegrasyona saziyên îradî û leşkerî di nava saziyên dewletê de, hatin nîqaşkirin.