Ehmed Şera li New Yorkê bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zêydî re civiya

Ehmed Şera li New Yorkê bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zêydî re civiya

PeyamaKurd - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera li bajarê New Yorkê di çarçoveya Civata Giştî ya 81emîn a Neteweyên Yekbûyî de bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zêydî re civiye.

Di civîna ku Wezîrê Karên Derve û Kar û Barên Koçberan ê Sûriyeyê Esed Şeybanî jî tê de amade bû, pêwendiyên dualî û xurtkirina hevahengiya siyasî û ewlehiyê ya di navbera her du cîranan de hatin nirxandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê ya Fermî (SANA), di hevdîtinê de her wiha li ser berfirehkirina hevkariya aborî û bazirganiyê jî sekinîn.

Ev hevdîtin di demekê de tên kirin ku piştî rûxandina desthilata berê di Kanûna Pêşîn a 2024an de, her du welat gavên nû diavêjin; di destpêkê de Bexdayê bi hişyarî nêzî pêvajoyê bûbû û giranî dabû ewlehiya sînorê ku zêdetirî 600 kîlometreyan dirêj e.

Lêbelê di sala 2026an de kanalên peywendiyê berfireh bûn û ligel serdana Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên a ji bo Şamê di Hezîrana borî de, têkiliyên di warên bazirganî, enerjî û veguhestinê de bi awayekî berbiçav xurttir bûn.