PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê postê cîgirekî Serokwezîrê Iraqê distîne. Tê çaverêkirin dawiya vê hefteyê an destpêka hefteya bê dengdan li ser temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bê kirin.
Li gorî zanyariyan, piraniya aliyên nav Çarçoveya Hemahengiyê li ser danîna çar cîgiran ji bo serokwezîr li hev kirine. Postê cîgirekî serokwezîr ji bo para PDKê ye, Cîgirek para Suneyan e û du cîgir jî Şîe ne.
Derbarê wan wezaretên mayî de, berbijêrên piraniya wan hatine yeklakirin. Berbijêrê Wezareta Berevaniyê ji para suneyan, berê Sabit Ebbasî bû, lê niha navê wî nemaye û êdî berbijêr nîne; ji bo vî postî her yek ji Nayif Şemmerî û Elî Arecî berbijêr in û Arecî nêzîktir e ku vî postî wergire.
Derbarê Wezareta Navxwe û Xwendina Bilind de, ji aliyê Nûrî Malîkî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ve, Yasir Sixêl ji bo postê Wezareta Navxwe û Heyder Behaş ji bo postê Wezareta Xwendina Bilind hatine berbijêrkirin.
Li gorî zanyariyan, sibe Duşemê Çarçoveya Hemahengiyê dê bicive. Pirsa berbijêran dê bê yeklakirin da ku lihevkirineke pêşwext li ser bê kirin û li Parlemana Iraqê bi hêsanî deng li ser bê dayîn.
Biryar e Wezareta Plansaziyê bidin Hevpeymaniya Azim û berbijêrê wan Elî Niêymî ye; Wezareta Avadankirin û Şaredariyan para Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye; biryar e Wezareta Kar bidin Esayîbê, lê heta niha bi fermî jînenîgarî (CV) radest nekirine û berbijêrê xwe yekalî nekirine; Wezareta Koç û Koçberan jî êdî li cem Reyan Kildanî namîne û dê bê dayîn bo fraksiyona Soyana, ji ber ku mezintirîn fraksiyona krîstiyanan e li Parlemana Iraqê.
Wezareta Werziş û Ciwanan jî ji para Hevpeymaniya Hêzên Niştimanî yên Dewletê bi serokatiya Emar Hekîm e ku wan Sefa Kînanî ji bo vî postî berbijêr kiriye, ligel Wezareta Rewşenbîriyê ji bo Hevpeymaniya Azim ku Zeyd Elî ji bo wergirtina vî postî hatiye berbijêrkirin.