Rûsya êrîşê bajarê Sumyê yê Ûkraynayê kir: 65 birîndar

Rûsya êrîşê bajarê Sumyê yê Ûkraynayê kir: 65 birîndar

PeyamaKurd – Rûsya bi fuzeyê êrîşê bajarê Sumyê yê Ûkraynayê kir û di encamê de 65 kesan birîndar kir ku 14 kes ji wan zarokin. Di êrîşê de jîngeh û dibistanekî xesarê dît.

Êrîş, di dema li Erebistana Saûdiyê bo şerê Rûsya-Ûkraynayê hevdîtin dihatin kirin, pêk hat. Di êrîşê de  tesîsa sanayiyê jî xesarê dît. Parêzgerê herêma Sumyê Volodymyr Artiukh li ser êrîşê axifî û got:

“Dijmin bi fuzê êrîşê navenda bajêr kir. Çend avahiyên bilind û dibistanekî xesarê dît. Zarok di ciyê xweparastinê de bûn.”

Rûsya, gelek caran bi dronanû fuzeyan êrîşê bajarê Sumyê dike û bajêr ji sînorê Rûsyayê 30 km dûr e.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.