Rapora Meclisa Îsraîlê: Di 2 salên dawiyê de zêdetirê 125 hezar Îsraîlî terka welat kirine

PeyamaKurd – Li gor rapora komita karê koçê ya Parlementoya Îsraîlê (Knesset), xwuya dike ku Îsraîl bi koçekî mezin re rû bi rû ye.
Li gor rapora ku Navenda Agahiyan û Lêkolînan ya Parlementoya Îsraîlê (Knesset) amade kiriye û roja Sêşema borî pêşkêşî Komîta Koçê ya Parlementoyê kiriye; ji serê sala 2022an heya orta sala 2024an, di nav 2,5 salan de ji 125 hezarî zêdetir Îsraîlî, terka Îsraîlê kirine û li derveyê welat bicîh bûne.
Di raporê de sedema koçê şerê ku 2 sale dewam dike yê li Xezzayê hat nîşan dan. Hat gotin ku îhtîmal heye wê şer heya dawiya Cotmehê dewam bike û koça Îsraîliyan heya dawiya salê dibe ku dewam bike.
Serokê Komîtê Gilad Kariv, koçê weka ku ‘ne pêla koçê be lê koça Îsraîliyan ya welatê xwe ter dike, weka tsunamiyekî’ bi nav kir. Kariv got ku hukumeta heya niha di mijarê de planekî amade nekiriye lê wê komite ji bo ber li koçê bigre û çareser bike, wê gavan bavêje.
Li gor rêjeyên di raporê de; ji serê sala 2022an heya Tebxa 2024an 125 hezar û 200 kes ji Îsraîlê çûne û danegeriyane.
Li Îsraîlê ti erka wezaretekî nîne ku ber li koçê bigre. Gilad Kariv, ji wezaretê xwest ku planekî amade bikin da xelk dagere welatê xwe û hem mekanîzmayekî avabikin da xebatkarên akademîk li derve bişopînin.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.




