Xwendevanê zankoya Batmanê bi motorsîkleta xwe li TIRê xist û can da

Xwendevanê zankoya Batmanê bi motorsîkleta xwe li TIRê xist û can da

PeyamaKurd – Li ser rêya Batman-Bismilê xwendevanê bi navê Suat Büyükbaş ji pare li TIRekî xist û giran birîndar bû. Dema tîmên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê birîndar Suat Büyükbaş birin nexweşxana Zanko ya Dicle ya Diyarbekirê. Lê Büyükbaş li nexweşxanê can da.

Suat Büyükbaş li Batmanê di zankoyê de, di beşa Hekîmtiya Diran de xwendevanê pola sêyem bû. Li ser mijarê Zankoya Batmanê daxwuyanî da û got:

“Li ser rêya Batman-Bismilê di qeza qewimî de xwendevanê zankoya me yê beşa Hekîmtiya Diranan yê di pola 3em de Suat Büyükbaş jiyana xwe ji dest daye. Büyükbaş di wexta di rêya xwe de diçû, ji pare li TIRekî xistiye û giran birîndar bûye.

Ew birine nexweşxana Zankoya Dicle lê seet di 17.41an de wefat kiriye. Em ji xwendevanê xwe re ji Xwedê rehmetê dixwazin, ji malbata wî re, heval û dostên wî re li ser navê Zankoya Batmanê sersaxiyê û sebrê dixwazin.”

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.