Trump bi peyameke tund Îran hişyar kir

PeyamaKurd – Steve Witkoff, Nûnerê Taybet ê Donald Trump yê Rojhilata Navîn, di hevpeyvîna xwe ya bi Tucker Carlson re got ku Trump bi Îranê re aştiyê dixwaze û bawer dike ku pirsgirêk bi dîplomasiyê çareser dibin.
Lê rapora rojnameya Amerîkî, Axiosê, diyar kir ku Trump bi nameyeke “tund”ji Elî Xamineyî re 2 meh muhlet daye ji bo rêkeftina li ser nukleerê û hişyarî da ku berfirehkirina bernameya nukleerî encamên cidî dê bi xwe re bîne.
Carlson jî hişyarî da ku êrîşeke leşkerî dê bibe sedema pevçûneke mezin.
Îranê danûstandinên bi zextê red kir û Xamineyî got, “Kî xerabiyê bike, dê bi tundî bê cezakirin.”
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




