PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di destpêka 81emîn Civata Giştî ya NY de ku ev cara dawî ye di dema erka xwe de tevlî dibe, axivî.
Guterres di axaftina xwe de anî ziman ku di dema serokatiya wî de li Şerîda Xeze qirkirin û wêraniyeke mezin çêbû ku di dîrokê de bi tu tiştî re nayê berhevdayin û bal kişand ser wê yekê ku hêza leşkerî bi tenê nikare aştiyê bîne.
Guterres derbarê pergala navdewletî de got ku Encumena Asayişê ya ku piştî Şerê Cîhanî yê Duyem hatiye avakirin êdî pêdivî bi reformeke bingehîn heye.
Guterres, destnîşan kir ku nebûna endamên daîmî yên ji parzemîna Afrîkayê di sedsala 21an de neheqiyeke mezin e û nayê qebûlkirin.
Di dawiya axaftina xwe de ku ji aliyê nûneran ve bi çepikan hate pêşwazîkirin, Guterres got ku ew ê di 100 rojên dawî yên erkê xwe de jî berdewam bike li ser têkoşîna ji bo aştî û hiqûqa navdewletî.