PeyamaKurd - Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku rojnameya Brîtanî Financial Timesê (FT) îro Yekşemê 27ê Îlona 2026an raporek belav kiriye ku çend daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê de cî digrin û hatine berevajîkirin.
Nivîsgehê da zanîn ku mixabin nivîskarê raporê, deqa daxuyaniyên Serokê Hikûmetê wekî xwe belav nekiriye, berevajî wê bêhtir dîtin û şîroveyên xwe xistiye nav û ne metna rastîn a gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye.
Nivîsgehê daxuyaniyên Mesrûr Barzanî yên rastîn bo rojnameyê belav kir:
- Vekişîna hêzên Amerîka û hevpeymanan ji Iraqê di demekî hestiyar de ye.
- Herêma Kurdistanê zêdetirî hezar caran rûbirûyî êrîşên mûşekî û dronî bûye.
- Hiştina Herêma Kurdistanê bêyî dabînkirina ti sîstemeke bergiriyê, cihê nîgeraniyê ye.
- Berdewambûna bêaramiya rewşa ewlehiyê ya Iraqê, gef e li ser pergala federalî.
- Em dost û hevpeymanê Amerîkayê ne, lê di heman demê de em dixwazin pêwendiyên me yên baş bi hemû cîranên me re, di nav wan de bi Îranê re jî hebin.
- Pêwendî û guftûgoyên me yên berdewam ligel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê hene û me her tim tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê ti carî nabe parçeyek ji şer û nakokiyan û ji bo ti aliyekî ne çavkaniya gefê ye.
- Hêzên opozisyona Îranê ji salên dûr û dirêj ve li Iraq û Herêma Kurdistanê ne, ku ev yek vedigere serdema rejîma berê ya Sedam Husên.
- Em piştevaniya Serokwezîrê Federal Elî Zêydî di rûbirûbûna gendeliyê, bêçekkirina milîsan û çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li ser bingeha destûrê, dikin.
- Em amade ne bo her hevkariyekê ligel hikûmeta federal, bi mebesta zêdekirina dahata giştî û rûbirûbûna astengî û zehmetiyên curbecur.
- Hewldan û guftûgoyên ji bo aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in.
"Mesrûr Barzanî: Hiştina Kurdistanê bêyî dabînkirina ti sîstemeke bergiriyê, cihê nîgeraniyê ye."