Pete Hegseth: Di operasyona ser qaçaxçiyan de li Pasifikê 14 kes mirin
PeyamaKurd – Wezîrê karê bergiriyê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku di operasyonên ser Okyanûsa Pasifik de 14 kes mirine û kesekî rizgar kirine. Êrîş di têkoşîna bi qaçaxçiyên maddeyên hişbir re, di avên navdewletî de hatin kirin.
Êrîşên Amerîkayê yên bo têkoşîna li dijî karên qaçax yên di avên navdewletî de dewam dikin. Wezîrê bergiriya Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku artêşa Amerîkayê di Okyanûsa Pasifik de, 4 tekneyên ku qaçaxçiyên maddeyên hişbir bikartanîn kirine hedefa xwe, 14 kes mirine û kesekî bi saxî rizgar kirine. Hegseth got:
“ Îstîxbarata me 4 tekneyan (bot) dizanibûn. Yên me, şopa karên qaçax dişopandin û ew maddên hişbir dibirin. Temamê êrîşan di avên navdewletî de çêbûn. Hêzên Amerîkayê zerarê nedîn. Bi kesê ku sax filitî re protokolên standard yên lêgerînê-rizgarkirinê dan destpêkirin. Rayedarên Meksîkayê rizgarkirin-Lêgerînê bûyerê qebûl kirin û koordinasyona operasyonê girtin ser xwe.”
Hegseth got ku 20 sal zêdeye Amerîka bergiriya welatên din dike û niha welatê xwe diparêze û weha dewam kir:
“Ev terorîstên maddeyên hişbir, ji El Kaide bêhtir mirovan kuştin û em ê bi wan re heman kiryarê bikin. Em ê wan bişopînin, torên wan derxin ortê, em ê paşî nêçîra wan bikin û wan bikujin.”
Amerîka di serê Êlûnê de li Karayipan û Okyanusa Pasifikê di êrîşan de li 13 tekneyan xistiye û herî kên 51 kesan kuştiye.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.