Pakistan û Afganistan ji bo diyalogê hatin cem hev
PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Pakistanê Muhsin Nakvi û cîgirê wezîrê karên navxwe yê Afganistanê Muhammed İbrahim Sadr piştî pevçûnên navbera her dû dewletan, li Tehranê hatin cem hev û behsa çareseriya pirsgirêkan ya di rêya diyalogê de kirin.
Li gor televizyona dewletê ya Îranê; her dû wezîrên Pakistan û Afganistanê li Tehranê di civîna Rêxistina Hevkariya Abdorî ya wezîrên karên navxwe de, di rêya wezîrê karên navxwe yê Îranê İskender Mumini de hatin cem hev.
Sadr, bi destê Nakvi girt û toqe kir. Nakvi got:
“Di nav her malabatî de pirsgirêk çêdibin. Em ê jî weka du bira pirsgirêkan di rêya diyalogê de şareser bikin.”
Di navbera Pakistan û Afganistanê de di 15ê Cotmehê de ji bo 48 seetan agirbes çêkiribûn. Paşî li Dohayê bi desteka Qatarê û Tirkiyê wexta agirbesê dirêj kiribûn.
Ev nivîs 18 car hatiye xwendin.