Li Şamê yekem civîna Dîyaloga Niştimanî: Alîyên siyasî çima tunebûn?

Li Şamê yekem civîna Dîyaloga Niştimanî: Alîyên siyasî çima tunebûn?

PeyamaKurd – Piştî rûxandina rejîma Esed Yekem civîna diyaloga niştimanî li Şamê hate kirin. Kongreya navborî tevî hemû sozên rêveberiya nû ya Sûriyeyê ku gotibû, dê hemû aliyên Sûrî beşdarî rêvberiyê û hikûmetê bibin, nehatin vexwendin û mekanîzmeya wê jî nediyar e.

Di kongreya yekem de hesabê aliyên din ên opozîsyonê nehat kirin

Ev helwesta rêveberiya nû ya Sûriyê ku rêbertiya wê Heyet Tehrîr Şam dike, li ser hemû pêkhate û aliyên siyasî yên Sûriyê gumanan çêdike ku di pêşeroja welat de wê nebin xwedî rolekê.

Weşana erebî El Cedîdê li ser yekem kongreya dîyaloga niştimanî hin nîşe belav kirine ku nebûna aliyên din ên opozîsyona Sûriyê di vê civîna yekem de bûye cihê nerazîbûnan.

Seroka Kongreyê jin e, lê rêjeya jinê ji sedî sisê bû

Li gorî çavkaniyên kongreyê, her çiqas serokatiya vê rûniştina diyalogê bi jinekê hatibû spartin jî, hejmara nûnerên jinan di salona Kongreyê tenê sê jin bûn, li hemberê zêdetirî sed mêran.

Herwiha di kongreyê de nûnerên partî û tevgerên siyasî tune bûn, tenê bi kesayet û serokên eşîran û nûnerên hin pêkhateyan sînordar bû.

Şêxê Ereb: Ev civîna hevnasînê bû

Şêx Ehmed El-Tamer El-Şiblî ji parêzgeha Helebê ku yek ji beşdarên kongreyê bû ji weşana El-Erebî El-Cedîd re ragihandiye, ev kongre kombûna eşîran, pêkhateya Erebên Sûriyeyê û mirovên azad a ji bo hevnasînê bû. 

Şiblî gotiye, ev kongre destpêkî ye ji bo lidarxistina Kongreya Diyaloga Niştimanî ku dê di heman çarçoveyê de were lidarxistin.

Îtilaf vê helwesta hikûmeta nû rexne dike

Endamekî Hevbendiya Niştimanî Hêzên Opozîsyonê (Îtîlafê) jî got, rêveberiya nû ya Şamê partî, sazî û aliyên siyasî venexwendine vê kongreyê, dibe ku tenê vexwendname ji kesên ku di nava aliyan de ne re şandine.

Heman çavkaniyê diyar kir, vexwendname ji kesayetiyên di nava Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinan de ne, bi awayekî şexsî hatiye şandin, bi vî awayî jî piraniya wan kesan lê amade nabin.

Di kongreyê de nezelalî heye

Endamekî din ê Îtîlafê diyar kir, di derbarê amadekariyên kongreyê de nezelalî heye û got, rêveberiya niha ya li Şamê ne tenê di warê ewlekariyê de, dibe ku hewl dide hemû beşên dewletê desteser bike û got, heta niha ti aliyekî din beşdarî rêveberiya nû nebûye, tenê Heyet Tehrîr El-Şam û Hikûmeta Rizgarî destê xwe danîne ser her tiştî.

Heman çavkaniyê da zanîn: “valahiyeke îdarî ya mezin heye, di demekê de ku em li pêş pêdiviyên îdarî û siyasî yên pir mezin in.”

Pêwendî bi gelek aliyan re nehatiye kirin

Sekreterê Giştî yê Partiya Îradeya Gel a girêdayî Bereya Guhertin û Rizgariyê ku bi “Platforma Moskowê” tê naskirin, Muhemed Delîqan daye zanîn ku partiya wî ti vexwendinek ji bo beşdarbûna vê kongreya niştimanî li Şamê wernegirtiye.

Serkirdeyê Hevrêziya Niştimanî Ehmed El-Esrawî dibêje, rêveberiya nû di derbarê kongreya niştimanî ya plankirî de, pêwendî bi wan re nekiriye.

ENKS: Ti vexwendinek nehatiye ji me re

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif jî da zanîn, ti vexwendname ji wan re nehatiye şandin ku beşdarî kongreyeke niştimanî bibin.

Akademesyenê naskirî yê Sûrî Yihta El-Erîdî jî got: “Her ku rêveberiya nû hêzên siyasî li welat paşguh bike, ewqas têkçûn mezintir dibe.”

Niha çavê raya giştî ya cîhanê û gelê Sûriyê bi giştî li pêngavên hikûmeta demkî ya Sûriyê ne ku li bendê ne piştî rûxandina rejîma Esed Sûriyeyeke giştgir û demokrat ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bihewîne were avakirin.


 

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.